Hevserokê MED-DERê Rifat Ronî: Ziman stûna bingehiya netewekî ye

Semra Yansît

DIYARBEKIR – Bi pankarta ‘Ferhenga gencîneya ziman, istikrar qeydkirî yê dayîk û dapîr, bav û bapîrên e’ li Komeleya Lêkolînê Ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya Amedê danasîna ferhenga Zimanzan Zana Farqînî ya Kurdî-Tirkî pêk çizgi. Nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Enstîtuya Kurdî ya Stebolê û Komeleya 78an tevli danasînê bûn.

Rifat Ronî

Di despêkê de Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî. Ronî di axaftina xwe de qala gîrîngîya ferhenga kurdî kir û van tiştan anî ziman: “Bi sedsalan berê filozof û xemxûrê zimanê kurdî Ehmedê Xanî ji bo zarokên kurd îlm û îrfanê sûd bigrin, zimanê xwe bixwinîn, binivîsînîn û perwerde bibînin bi nûbiharê dest bi danîna ferhenga kurdî kiribû. Zarok û nebiyên Ehmedê Xanî danê pey şopa wî û bi salane xebatên ferhenga zimanê kurdî dikin. Neteweyên ku zimanê wan qels bin her tim xwe kêm tabanının û nayên nasîn. Ji ber vê yekê ziman stûna bingehiya neteweyekî ye. Ferheng, peyvên qeydkirî, gencîneya gotinê dayîk û dapîranê û em jî ji wan sûd digrin. Ferheng ji me re tabana bingeha fêrbûna zimanê kurdî”

Remziye Alparslan

‘PEYVÊN XWE BI ZIMANÊ XWE BIKARBÎNIN’

Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Remziye Alparslan jî anî ziman ku ferheng rê û rêbazê civakekî temsîl dike û wiha berdewam kir. “Em bikaribin ku nifşên ku li pey me tê zimanê xwe diyarê wan bikin. Ji ber ku ew jî pirsgirekên xwe bi zimanê xwe çareser bikin. Mesken karê pîroz tiştekî din tîne pêşiya me. Ew jî amedekariya ferhenga kurdî-kurdî ye. Zimanê xwe bêzimanêkî din pênase bikin. Peyvên xwe bi zimanê xwe bêjin û bi vî formu ragihînên nifşên du xwe.”

Eyup Subaşi

‘FERHENG JI ALIYÊ DU XALAN VE GELEK GIRÎNGE’

Revebirê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyup Subaşi, “Ehmedê Xanî ji bo zimanê kurdî bîne nîzam û îltîzamê ferhenga kurdî pêk aniye. Ferheng ji bo zimanêkî ji aliyê du xalan ve gelek girînge; Ziman dinê nîzam û îltîzamê yanî bi gotina îro ziman tê standartkirin. Aliyên din jî peyvên kurdî peyvên wî zimanî arşîv dike. Li hember bişaftinê û erîşkariya ziman diparêze. Lê ji bo zimanêkî gelek girînge ku bi zimanê xwe ferhengekî ava bike. Mesken ferhenga kurdî-tirkî ji bo ferhenga kurdî-kurdî bingeheke gelek girîng e.”

Ziman Zan Zana Farqînî

‘JI BO ZIMAN SÊ STÛN HEYE; GRAMER, ALFABE Û FERHENG’

Herî dawî zimanzan Zana Farqîn jî hêstên xwe bi van gotinan anî ziman: “Em gelek serbilindin ku di rewşa ewqas xirap û bêîmkanî de jî em serê xwe natewînin. Bi ferhenga yekemîn di şexsê dayîkan de, ferhenga duyemîn jî di şexsê dayîk û bavê xwe de pêk anî. Ferhenga xwe ya dawî jî diyariyê Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Musa Anter û kesên ku ji bo zimanê kurdî ked danê diyarî wana dikim. Lê wek havalen ku behsê kirin tiştê herî girîng ferhanga kurdî-kurdî ye. Le ji bo vê yekê saziyên me kêmin û piştgiriyê xurt ji bo van xebatan pêwiste. Ez 30 sal li ser ferhengan xebitîm. Gelek caran ser mala me girtin. Tirsa min ne girtina min bû, têkçûna keda min bû. Ji ber vê yekê di nava dîrokê de jî gelek caran xebatên kurdî windabûn. Lê me dev ji tekoşîna xwe berneda. Ji bo ziman sê stûn heye; gramer, alfabe û ferheng e. Ji bo vê yekê jî ferhenga kurdî-kurdî pêwist e. Em kurd gelek polîtîze bûne ji aliyê nasmameya xwe. Lê em doza xwe, tekoşîna xwe bi zimanê xwe nadin. Tabana ku em her tiştên xwe bi zimanê xwe bikin. Pewistiya me zimanên din jî hebê. Lê qedrê zimanê me hewcêye ku li ser zimanên din be. Ji ber ku zimanê me tê windakirin. Pewiste ku zimanê xwe bi hevre biparêzin.”

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*